Kurdî
Perspective

Em bixwazin ku şervanê muxalîf ê sosyalîst ê Şerê Wekalet ê Natoyê, Bogdan Syrotiuk ji girtîgehê were berdan

Şerê Ukrayna û Rusyayê yê ku NATOyê provake kir û muxalîfê sosyalîst ê rejîma rastgir a Zelenskiy, Bogdan Syrotiuk 25ê Nîsanê, roja pêncşemiyê, li başûrê Ukraynayê, li bajarê xwe Pervomaiskê, ji hêla Servîsa Ewlehiyê ya Ukraynayê (SEU) ve hat girtin.

Bogdanê ku di 25 saliya xwe de ye û rewşa tenduristiya wî ne baş e, bi zerardayina yekîtiya axa Ukraynayê û bi qerwaşetiya xwedêgiravî ya Rusyayê tê sûcdarkirin. Ew di girtîgeheke Nikolaevê (Mıkolayiv) de, di bin zext û zordariya herî dijwar a girtîgehê de tê tecrîdkirin. Herçend, Bogdan ji aliyê mehkemeyeke xwedêgiravî ya rejîmê bi van sûcan bête sûcdarkirin jî ew dikare ji 15 salan heya-heya were cezakirin. Ev ceza û cezaya mirinê wekî hev in. 

Loading Tweet ...
Tweet not loading? See it directly on Twitter

Girtina Bogdan, mînaka dijwar û dawîn a rejîma Zelenskiy a ku li hember çîna karker û tevgerên çepgir ên ku li dijî şer radiwestin e. 

Sîxurên SEUyê avêtin ser mal û ofîsa perwerdehî û öalakiyên siyasî yên Bogdan. Sîteya Webê ya Sosyalîst ên Dinyayê ragihand ku di wê ofîsê de, sîxurên SEUyê îddîa kirine ku wan li wir qapûtekî leşkerî yê Rusî, çenteyekî ku li ser nîşana nijadperestiya leşkerî ya Rusî ku tîpa “Z”yê li ser e; û maskeyeke gazê bi cih kirine û dîtine. Meriv ê bi tenê ji polîsên ehmeq ên faşîst tiştekî welê yê beradayî bipê; ji ber ku di osfîsê de fotografekî berbiçav ê Lev Troçkî dihat xuyakirin û digel vê gelekî kitêbên bijarte yên ku ji lîteratura Marksîst-Troçkîst bûn, li wir bûn. 

Sedema vê yekê ya ku li ofîsa Bogdan tiştên welê yên li dijî fikrên wî hatibin dîtin, diyar e: Ev karê kirêt ê sîxurên SEUyê ye. Ew li Ukraynayê baş tên naskirin û bi karên kirêt ên mîna Gestapoyê radibin. Lewma jî ew “tiştên ku hatin dîtin” wan xistiye nav ofîsê.

Hewldana nîşandana Bogdan a wekî piştgirê rejîma Putin û  wekî piştgirê dagirkirina welatê Ukraynayê ji hêla siyasî ve bêkêr e. Syrotiukê rêheval yek ji endamên pêştirîn ê tevgereke Troçkîstên ciwan ên ku li tevahiya Sovyeta Kevn a, ─Muhafizên Ciwan ên Bolşevik-Leninist─ li Ukraynayê hereket dike ye. 

Muhafizên Ciwan ên Bolşevik-Leninist, bi Komîteya Navneteweyî ya Enternasyonal a Çaremîn (KNEÇ) re di pişthevgiriya siyasî de ye. Hem li Ukraynayê û hem jî li Rusyayê li dijî hikumetên kapîtalîst ên olîgarşîk derdikeve. Di gotarên Bogdan ên ku di Sîteya Webê ya Sosyalîst ên Dinyayê de weşiyane û xeberdanên wî yên di çalakiyên ku ji hêla KNEÇê ve hatibûn lidarxistin de, wî bi zimanekî zelal û vebir, şer kiribû mehkûm û her weha wî bang li çîna xebatkaran a Rusya û Ukraynayê kiribû da ku ew li Kiev û Moskovayê li dijî neteweperestên paşverû bibin yek. Ew û rêhevalên wî li hember rejîma restorasyonger a kapîtalîst a Putin derketin. Di heman demê de bi helwesteke misoger û hişk li ber neteweperestiya şovan a neo-çariya Rusî ya Putin sekinîn da ku ev şovenîzm xurtir nebe. 

Bogdanê rêhavel berî ku were girtin sê roj, nivîsek nivîsîbû, wî plan dikir ê di pîrozbahiya Komîteya Navneteweyî ya 1ê Gulanê de bixwenda, weha bû:

Di vê roja piştgiriya karkeran a navneteweyî de, em wekî endamên Muhafizên Ciwan ên Bolşevik-Leninist ên şûbeya Ukraynayê bang li hemû çîna xebataran a li Rusya û Ukraynayê ne û yên ku welatên emperyalîst in dikin da ku hûn bibin yek û em (MCBL) tev bi hev re vî şerî rawestînin.

Girtina Bogdan Syrotiukê rêheval, perçeyek ji binpêkirinên hovane yên rejîma Zelenskiy yên li dijî dijberên şer û hemû çîna xebatkaran e. Ev girtin, derewa DYE-NATOyê ya ku ji bo alîgirî û parastina demokrasiyê ya li dijî Rusyayê şer dike diyar dike. Ukrayna dewleteke polîsî ye. Ew gel mecbûr dihêle ku gel girêdayî zagona leşkerî be. Hilbijartin hatine betalkirin û Zelenskiy wekî dîktatorekî ku tenê bi fermanên alîgirên NATOyê, berjewendiyên ekonomîk ên olîgarkên milyarder û çeteyên Neo-Nazî yên ku gelê Ukraynayê pişta xwe dispêre wan ditirsîne, bi rê ve dibe. 

Ya rast, Buroya Demokrasî, Mafên Mirov û Karan a Wezareta Derveyî ya DYEyê rapora xwe ya ku di serê vê mehê de hat weşandin, diyar kir ku heyina zext a hovane ya rejîma Ukraynayê dipejirîne. Naveroka raporê eşkere ye “pirsgirêkên mafên mirovan” û di nav van pirsgirêkan de:

wendakirina bi darê zorê, ceza û îşkence yên zalimane, tevgerandina dermerivahiyê yan jî rûmetşikestinî. Şert û mercên giran ên girtîxane yên ku metirsiyê bi xwe tîne. Bîleheq girtin û binçavkirin. Problemên girîng ên ku li ser azadiya zagonê ne. Devgirtin û rêlêgirtina xweîfadekirin a azad a xebatkarên medyayê (tundiya ku li rojnamegeran tê kirin, tehdîdkirina tundiyê, tevî ku rojnameger bêsûc in tên girtin û tên darizandin) û sansur. Rêlibergirtina berbiçav a azadiya înternetê; rêlibergirtinên azadiya gerê; bertîlgiriyên berbiçav ên hikumatê; tundiya pir a ku bi zayenda civakî ve tekildar e; rêlibergirtinên sîstematîk ên ku li ser azadiya rêkxistina karkeran e û heyina herî dijwar a ku li ser karkerên zarok. Ji wan mijarên mafên mirovan ên ku di nav vê derê de hene û hê jî di bin nîrê zagonên leşkerî de ne ev in; azadiya tevgerê, azadiya çapemeniyê, azadiya civînên aştiyane û parastina hiqûqî.

Di nav van şert û mercên bêbavane de jiyana Bogdan Syrotiuk di nav xetereyê de ye. Ew girtiyên di girtîxaneyan de ne, rastî êrîşên rêvebiriya tund a ku bi faşîstên Ukraynayê ve tijî ye, tên. Her weha rapora wezareta karên derveyî yê DYAyê van jî diyar dike: 

Digel ku makezagon û zagon îşkence û cezayên din ên bêbavane qedexe bike jî, raporên ku efserên bicihkirina qanûnên bi van binpêkirinan re meşgûl bûne hene. Di şert û mercên asayî de mehkeme nikarin lixwemikûrhatin û îfadeyên girtiyan ên di bin zextê de ji polîsan re dane, li mehkemeyê wekî delîl bi kar bînin, lê ji êrîşa çaralî ya fireh a Rusyayê û pê ve kargeriya zagonên leşkerî rê li ber vê yekê vekirî ye.

Wextê ku meriv encamgiriya SEUyê ya mîna ku Bogdan wekî sîxurê artêşa Rus bigire ber çavan, hingê ev peyda ku Wezareta Karên Derveyî yê DYEyê bi dest xistiye dilê meriv xemgîn dike; 

hatiye ragihandin ku hêzên leşkerî û berpirsên artêşê gelek caran ji bo peydakirina angaştên wekî hevkariya bi Rusyayê re li kesên girtî car bi car îşkence kirine û bi awayekî dermerivatiyê li dijî wan tevgeriyane.

Ji hêla hevkarên DYE û NATOyê ber bi aliyê rejîma Kievê ya ku berpirsê vê wehşetê ye, bi milyar dolaran pere tê veguhestin. Ev rejîm bi çekên herî hêzdar ve tê xurtkirin. Girtina Bogdan di demeke welê de tê kirin ku, hingê Kongreya DYEyê deng û biryar dide da ku 60 milyar dolarên din, ji bo şerekî ku heya niha bûye sedemê 500.000 mirina leşkerên Ukraynayî, were dayin. Rêvebiriya Biden û hevparên wî yên hemfikir London, Paris, Berlin, Roma û paytextên din ên ku di rêvebirina şerê wekaletê de cih digirin, herî kêm ew jî bi qasî sixurên li Kievê ne, berpirsên qedera nebaş ên Bogdan Syrotiuk in. 

Çîna karkeran û ciwanên heyî yên çaraliyên dinyayê bi awayekî heqdar li ber Îsraîla ku hêz û pitgiriyê ji NATO û rêvebiriya Biden digire û bi awayekî hovane zulimê li Gazzeyê dike, rabûne. Lê divê bête zanîn ku hikumetên di komkujiya Gazzaeyê de yekîtiyekê tînin pê, piştgiriyê didin şerê wekalet ê Ukraynayê. Tundiya ku li Gazze û Ukraynayê du eniyên ku bi hev ve girêdayî ne. 

Ew dibin sedem ku pevçûnên leşkerî ber bi jor ve hilbikişin û merivahiyê bi tehdîdeke nukleerî bitirsînin. Têkoşîna ku ji bo azadiya Bogdan û bidawîbûna şerê wekalet ê Ukraynayê, divê wekî nimûneyeke bingehîn a li dijî qirkirin û faşîzmê bête dîtin.

Komîteya Navneteweyî ya Enternasyonal a Çaremîn û Sîteya Webê ya Sosyalîst ên Dinyayê ji bo Bogdan Syrotiuk derhal bête serbestberdan, kampanyaya bangeke cîhanî pêk tîne. 

Divê çîna karkerên navneteweyî û ciwanên xwende yên çaraliyên cîhanê ji bindestî û girtîbûna Bogdan hayedar bin û ji bo parastina wî rabin ser piyan û seferber bin. Em gazî dikin ku ev danezan bi awayekî dorfireh li hemû medyaya civakî bête belavkirin. Li ser malpera Change.org de ji bo azadiya Bogdan, kampayayeke online ya îmzeyê hat destpêkirin. Em we dawet dikin ku hûn kampanyayê îmze bikin û di dema îmzekirinê de banga xwe ya ji bo azadiya Bogdan bînin ziman. Vê kampanyayê pêşkêşî hevalên xwe yên kar û yên xwendegehê bikin. Ji bo ku hûn bêtir agahdarî bi dest bixin û beşdarî têkoşîna ji bo azadiya Bogdan bibin, ji kerema xwe bi Sîteya Webê ya Sosyalîst ên Dinyayê re bikevin têkiliyê. 

Bila Bogdan Syrotiuk bê serbestberdan!

Loading